Êrîsê konwoyên lojîstîk yên koalîsyonê kirin
06 nîsan 2021 02:29
PeyamaKurd – Tora medyayê ya ewlehiya Iraqê ragihand ku konwoyeka lojîstîk ya navdewletî li bajarê Dîwaniyê û yeka dinê li bajarê Babîlê ketiye ber êrîşan. Di beyanê de hat ragihandin ku serê sibê, bombeyên berê di rêyan de hatibûn çandin hatine teqandin û di teqîna li bajarê Dîwaniyê de ti zerar negihaye mal û canî.
Li dora nîvroyê jî konwoya ku diçû bajarê Babîlê, bombeyên di rê de ji berê de hatibûn çandin, hatin teqandin û car din zerar negihaye mal û canê ti kesê.
Êrîşên tên kirin gelek caran ji aliyê grûbên bi ser Îranê de tên kirin ku ne ew ne Îran naxwazin Amerîka li herêmê bimîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Kongo çekdaran êrîsê ser 2 konwoyên Neteweyên Yekgirtî kirin
20 hzr 2023
Jiyan
Li Iraqê teqînê li konwoya lojîstîk ya koalîsyonê kirin
19 rbn 2021
Cîhan
Li Hewlêrê êrîsê baregeha hêzên koalîsyonê kirin
30 îln 2020

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin