Li Kongo çekdaran êrîsê ser 2 konwoyên Neteweyên Yekgirtî kirin

21 hezîran 2023 01:20
Li Kongo çekdaran êrîsê ser 2 konwoyên Neteweyên Yekgirtî kirin

PeyamaKurd – Li rojhilatê Komara Demokratîk ya Kongoyê li eyaleta bi navê Bakûr-Kivuyê êrîşê ser 2 konwoyên Misyona Îstîqrarê ya Neteweyên Yekgirtî (MONUSCO) kirin. Li gor radyoya Neteweyên Yekgirtî ya Okapiyê, li eyaleta Bakûr-Kivuyê li herêma Lubero êrîşê ser du konwoyên MONUSCOyê kirine ku nasnameyên êrîşkeran nayê zanîn.

Êrîşkerên çekdar xwestine rêya wan bibirin lê leşkerên NY çekan bera hewa dane û rêbir ji deverê reviyane. Serokê danûsitendinê ya Kongoyê Patrick Muyaya, di 15 ê Hezîranê de ragihandibû ku wê hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekgirtî di nav 6 mehan de ji deverê vekişin.

Ji ber Neteweyên Yekgirtî hêza aştiyê nikare sîvîlan li hemberê êrîşên çekdar biparêze li wan rexne têkirin.

Sala borî li dijî hêza aştiya ya NY xwepêşandan hatibûn kirin, di nava wan de 4 leşkerên hêza aştiyê bi temamî 36 kes jiyana xwe ji dest dabûn.