'Êrîşa Îranê dema hevdîtinên aştiyê pęk hat êrîşeke terorî ye'
Hevalbendiya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê der barê êrîşên Îranê de yên li ser kampên penaberên siyasî yên li Herêma Kurdistanê ragihand ev êrîşên ku di dema danûstandinên aştiyê de pêk hatiye, nîşana têkçûna siyasî û leşkerî ya rejîma Îranê ye.
RûpelNews - Partiyên siyasî yên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke bertekek tund nîşanî êrîşên dronan ên Îranê ku baregehên wan kirin hedef dan.
Tifaqa Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrîşên hewayî yên Îranê yên li ser kampên penaberan daxuyaniyek weşand.
"Îranê dema hevdîtinên aştî êrîş kir ev êrîşeke terorî ye"
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku êrîşên Îranê herêmên ku sivîl û penaber lê dijîn kirine armanc, û wiha hat gotin:” Ev êrîş di dema ku danûstandinên aştiyê dihatin meşandin de hatin kirin, û careke din rûyê rast ê rejîmê derken holê, ev rejîm tu carî ji bo aştiyê an çareseriyeke siyasî niyeta xwe nîşan nedaye, polîtîkaya vê rejîmê li ser zordestî û terorê ye.”
"Îran têkçûna xwe ya siyasî û leşkerî nîşan da"
Hat ragihandin bi vê êrîşê di heman demê de serweriya axa ya Herêma Kurdistanê hat binpêkirin û daxuyanî wiha berdewam kir: "Ev bûyer ne nîşandana hêzê ne; berevajî, ew hewldanên rejîmê yên ji bo şikandina vîna gelê me û veşartina têkçûna siyasî û leşkerî ya ku tê de ketiye nîşan didin. Hevalbendiya Hêzên Siyasî yên li Kurdistana Îranê bi tundî hedefgirtina herêmên ku sivîl û penaber lê dijîn, binpêkirina giran a hiqûqa navneteweyî û Peymannameyên Cenevreyê şermezar dike.”
Hevalbendiya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê anî ziman ku 'peyamên şermezarkirinê' yên ji aliyê civaka navneteweyî ve wek bertek li hember êrîşan hatine dayîn, ne bes in, û banga avêtina gavên berbiçav kir ji bo pêşîlêgirtina êrîşên din.
"Heta mafên neteweyî yên Kurdan bên nasîn têkoşîna me dê bidome"
Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kuşandın ser têkoşîna hêzên siyasî û wiha hat gotin: Hêzên Polîtîk ên Hevalbendiya Kurdistanê ya Îranê dê têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Îranê heta ku mafên neteweyî yên Kurdan bên naskirin bidomînin. Divê rejîma Îranê fêm bike ku teror, zordestî û bombardumanên bi dronan nikarin îradeya neteweyekê ya ji bo misogerkirina mafên wê lawaz bikin, û ku ev êrîş tenê xizmeta xurtkirina yekîtiya hêzên siyasî yên Kurd û gel di têkoşîna wan a li dijî zordestî û dagirkeriyê de dikin.”
