Erdogan wê seredana Bexda û Hewlêrê bike

07 cotmeh 2023 22:28
Erdogan wê seredana Bexda û Hewlêrê bike

PeyamaKurd – Ji bo kongra 4em ya AKPê ji Iraqê û Herêma Kurdistanê gelek kes hatibûn dawetkirin ji bo kongrê. Heyeta Kurdistanê û Iraqê bi Erdoğan re civiyan.

Di hevdîtinê de serokê parlementoya Iraqê Muhammed Halbûsî, serokê koalisyona Suuneyan Hamî Xencer, serokê komisyona Haşdî Şabî Falih Feyyaz, serokê cepha Turkmenan ya Iraqê Hasan Turan û sekreterê giştî yê partiya Îslamî ya Iraqê İyad Samarayi hebûn.

Ji Herêma Kurdistanê ji PDKê Sîdad Barzanî, Cafer Emînkî û Hoşyar Siweylî, ji partiya yekgirtûya Îslamî sekreterê giştî Salahaddin Bahaeddin û ji rêvebirên partiyê Hadi Ali û ji Partiya Muhafazakar (Parêzgaran) serokê giştî Bapîr Kamela hebûn.

Li gor ragihandina çapemeniya Kurdistanê; wê di wextekî nêz de Erdoğan seredana Bexda û Herêma Kurdistanê bike. Erdoğan ragihand ku ew biryarê dane ku projeyên geşepêdanê bicîh bînin û weha got:

“Me biryarê daye ku em proja raya trênê ya Iraq-Tirkiyê û Projeya rê ya Geşepêdanê bicîh bînin.”

Erdoğan ji Sîdad Barzanî xwest ku silavên wî bigihîne serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî.