Sîrketên Amerîkayê xwestin ji bo krîza Bexda-Hewlêrê Washington bikeve dewrê
PeyamaKurd – Şîrketên Amerîkayê yên ku li Herêma Kurdistanê di karê petrol û enerjiyê de dixebitin, ji Amerîkayê xwestin ku di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de navbeynkariyê bike. Li gor ragihandina ajansa Reutersê; şêrketên Amerîkayê ji bo rêvebiriya Amerîkayê gotine ku ji bo pirsgirêkên enerjî û petrolê yên Bexda-Hewlêrê çareser bikin, girînge ku Amerîka xebatê bike.
Şîrketa bi navê HKN ya petrol û enerjiyê ya Amerîkayê peyam şandiye ji bo rêvebiriya Amerîkayê û gotiye ku eger pirsgirêkên Herêma Kurdistanê çarser nebin, wê Tirkiye mecbûr bimîne ji Îran û Rûsyayê petrolê bikire û wê Herêma Kurdistanê bi pirsgirêkên darayî re rû bi rû bimîne.
Dadgeha Federal ya Iraqê di sibata borî de biryarê dabû ku Herêma Kuırdistanê nikare petrolê bifroşe û xwestibû peymanên Kurdistanê çêkiriye betal bike. Bexda weha zorê dabû ser Herêma Kurdistanê.
Di peyde wezareta petrolê ya Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê petrolê nefroşe Tirkiyê, di derbarê Tirkiyê de li Dadgeha Parîsê doz vekiribû. Eger biryar di leha Iraqê de biryarê bide, wê encam çawa be hêj diyar nîne.
Xeta petrolê ya ku ji Herêma Kurdistanê û Kerkûkê petrolê dibe Ceyhan a Tirkiyê, rojane dikare 900 hezar varêl bişîne ku ev jî dike %1 pêdiviya petrola dinyayê. Herêma Kurdistanê rojane 500 hezar varêl petrolê di Xeta Ceyhanê de dişîne Tirkiyê û dixwaze vê miqdarê hane zêde bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin