Erdogan wê di meha sibatê de seredana Erebistana Si’ûdiyê bike
PeyamaKurd – Di demên dawiyê de Tirkiye dixwaze xwe nêzî welatên herêmê bike û bi wan re pêwendiyan deyne. Erebistan jî di têkiliyên xwe nermahiyê çêdike lê piştî kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı di balyozxana Îstenbolê de, têkiliyên her dû welatan sar bûn. Erdoğan di wexta ku ji civînekî Îstenbolê derdiket, rojnamevanekî pirsekî di derbarê seredana Erebistanê kir û li ser pirsê Erdoğan weha got:
“Niha di meha sibatê de li benda min e. Soz da. Ez ê di sibatê de seredana Erebistana Si’ûdiyê bikim.”
Têkiliyên navbera Erebistan û Tirkiyê ji 2 yê cotmeha sala 2018 an heya niha xerabe.
Li gor raporên CIA, NY û îstîxabaratên din kuştina Cemal Kaşıkçı bi fermana prensê Erebistanê Mihemed Selman hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin