Erdogan: “Eger rejîm venekise, em ê di meha sibatê de helbikin”
PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Tayîp Erdoğan ragihand ku heya rejîma Sûriyê ji Idlibê venekişe, ev mijar helnabe. Erdoğan ragihand ku divê rejîm dagere sînorê xwe yê di peymanan de. Eger venekişe wê berya sibatê vê mijarê çareser bikin. Erdoğan weha got:
“Niyeta Tirkiyê ti carê tine ku axa Sûriyê îşxal an îlhaq bike. Em hewl didin ku pêşî li îşxalê û îlhaqê bigrin. Eger Sûriye venekişe sînorê ku di lihevkirina Soçiyê de hatiye danîn, em ê çareser bikin. Heya arîşeya Idlibê derman nebe, pêlên koçberiya ber bi Tirkiyê de û koçberên Sûriyê yên ku li Tirkiyê ne, danagerin Sûriyê. Çareseriya Idlibê ew e ku divê rejîm dev ji êrîşê berde, dagere sînorê di peymanan de û eger ev nebe, heya dawiya sibatê em ê hel bikin. Eger em karibin vêya bi desteka dostên xwe bikin, em ê memnûn bibin. Eger divê em bi zorê bikin, em bo wê jî hene.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin