Erdogan û Zelensky li ser dirêjkirina dema peymana korîdora dexlê axivîn
22 tîrmeh 2023 02:03
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky, pêwendiyeke telefonî pêk anîn.
Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê derbarê pêwendiya telefonî ya Erdogan û Zelensky de, daxuyaniyek belav kir û ragihand, di pêwendiyê de mijara dirêjkirina Peymana Korîdora Dexlê hatiye axaftin.
Hate diyarkirin ku Erdogan, ji Zelensky re gotiye, Tirkiye ji bo dabînkirina aştiyê di nav hewl û xebateke hûr de ye.
Tê çaverêkirin Erdogan bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re jî li ser dirêjkirina dema peymana korîdora dexlê hevdîtinê bike û hewl bide Rûsyayê razî bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Kremlinê bersiva daxuyaniyên Erdogan-Zelensky da
20 mjd 2025
Teknoloji
ANALÎZ | Dawiyê serdema pistî Erdogan hate ber derî!
07 nsn 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin