Erdogan: Mixabin Amerîka bi YPGê re hê jî dewriyeyan pêk tîne

05 mijdar 2019 22:51
Erdogan: Mixabin Amerîka bi YPGê re hê jî dewriyeyan pêk tîne

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna koma partiya xwe AKPê ya parlamenê de li ser mijara herêma ewle û êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê axivî û got, “Em dizanin ku hê jî di nav sînorên me ji bo herêma ewle diyar kirine de terorîst hene. Ev dever hîn nehatine paqijkirin.”

Erdogan rexne li hevkariya Amerîkayê bi YPG/HSDê re kir û wiha axivî: 

“Em dizanin ku hê jî di nav sînorên me ji bo herêma ewle diyar kirine de terorîst hene. Ev dever hîn nehatine paqijkirin. Mixabin Amerîka herwiha bi YPG/PYDê re erka dewriyeyan pêk tîne. Tevî ku biryara vekişînê hatiye dayîn, em vê helwesta dewriyeyan a li herêmê bi rêxistina terorê re, çawa rave bikin? Ev di rêkeftina me de nebû.”