Trump: Mixabin, gelê Amerîkayê dixwaze em vegerin malê
Serokê Amerîkayê Donald Trump, amaje pê kir ku pêvajoya peymaneke pêşbînîkirî a bi Îranê re bi awayekî erênî dimeşe û got, "Eger bi min bûya, min dê bixwesta petrola Îranê di destê me de bihêlim ji ber ku ew li wir e, amade ye ku were girtin. Mixabin, gelê Amerîkayê dixwaze em vegerin malê."
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Trump li merasîma Cejna Vejînê ya ku li baxçeyê Qesra Spî hat lidarxistin, bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê rojeva Îranê de da.
Trump tekez kir ku, eger bijarte li ber destê wî ba, dê armanc bikira ku petrolên Îranê desteser bike û got, "Eger bi min bûya, min dê bixwesta petrola Îranê di destê me de bihêlim ji ber ku ew li wir e, amade ye ku were girtin. Mixabin, gelê amerîkî dixwaze em vegerin malê."
Trump destnîşan kir ku pêvajoya danûstandinên muhtemel a di navbera Amerîka û Îranê de bi awayekî erênî dimeşe û bersivên dawî yên Îranê ji amerîkiyan re pêşketinên girîng nîşan didin û lê zêde kir, "Em dê bibînin ka çi diqewime."
Derbarê şandina çekan de peyamek tund da
Di vê navberê de, Trump diyar kir ku wan bi rastî bi rêya hin koman hinek çek şandibûn ji xwepêşanderên îranî, lê ev çek negihîştibûn cihê xwe yê armanckirî.
Trump got, "Me hinek çek [ji îraniyan re] şandin; diviyabû ev bigihîştana gelê Îranê. Lêbelê, kesên ku me çek pê re spartin, ew ji bo xwe girtin. Ez ji hin kesan pir hêrs im û ew dê ji bo vê yekê bihayekî giran bidin."
