Erdogan bi Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê re civiya
13 berfanbar 2024 12:05
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê pêşwaziya Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken kir.
Antony Blinken di çarçoveya serdana xwe ya Rojhilata Navîn de çû Enqereyê.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Midûrê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun, Sekreterê Taybet û Balyoz ê Serokomariyê Hasan Dogan û Şêwirmendê Serokê Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê yê Serokomariyê Akîf Çagatay Kiliç jî di resepsiyona ku li Balafirgeha Esenbogayê ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin de amade bûn.
Blinken ku beriya Tirkiyeyê serdana Urdunê kiribû, tê plankirin ku sibê bi Hakan Fîdan re hevdîtinê bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin