Erdogan: Min nizanibû bi bultena sor li Osman Öcalan digerin
PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan berya hereket bike û here Japonyayê, li balafirgeha Esenboğa ya Ankarayê bo çapemeniyê agahiyan da û pirsan bersivand. Mijareka girîng jî ya li ser Osman Öcalan bû ku di TRT a Kurdî de bi awayeka zindî pê re hevpeyvîn hatibû kirin. Erdoğan weha got:
“Min nizanibû bi bultena sor li Osman Öcalan digerin. Eger di TRT a Kurdî de bername pêre çêkiribin, ew karê hevalên me yên TRT ê ye. Ew dizanin. Ez bi wan bawerim.”
Li ser mijara seredana Abdullah Öcalan jî Erdoğan got ku li Tirkiyê kîjan dezge û sazî dê di bin kîjan şertan de bixebitin, bi qanûnan hatiye diyarkirin. Bo kesên ku di zîndanê de ne, kîjan dezge lê dinêre, aşkeraye. Seredana wezareta dadê kirine û gavekî wisa hatiye avêtin. Kes li gotinên ti kesî an muxalefetê narêne bê çi dibêje. Qanûn aşkerane. Biryar hatiye dayîn. Bûyer ew çend basît e.
Li ser pirsa mijara Osman Öcalan Erdoğan mijarê berfirehtir şirove kir û weha dewam kir:
“Min nizanibî bi bultena sor li Osman Öcalan digerin. Seredana TRT ê kiriye û eger TRT Kurdî jî bernameyeka weha çêkiribe, ew jî hevalên me yên TRT ê dizanin. Ez bawerim hevalên min yên wê derê, bi xesasiyet gavan davêjin. Ez di vê mijarê de bi wan bawerim. Dema me TRT Kurdî ava kir kes negot we bo çi TRT Kurdî ava kiriye. Madem me TRT Kurdî ava kiriye, rêvebirên TRT ê temamê xesasiyetan didin ber çav û gavên xwe davêjin. Û bilindkirina reytînga TRT Kurdî jî difikirin. Çi, bo çi fêdeye, difikirin û li gor wê gav davêjin. Li gor wê jî gav avêtine.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin