Ji bo Osman Baydemir 'bultena sor' a desteserkirinê tê derxistin

17 îlon 2020 18:29
Ji bo Osman Baydemir 'bultena sor' a desteserkirinê tê derxistin

PeyamaKurd - Ji bo siyasetmedarê Kurd Osman Baydemir ku ji ber dozên li ser hatine vekirin niha li derveyî welat jiyana xwe berdewam dike, bultena sor a Interpolê tê derxistin.

Hat ragihandin ku Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê bi hinceta dozên 'endamtîya rêxistinê' li ser hene, daxwazname ji bo lêgerîn û desteserkirina wî ya bi  'bultena sor' bo Wezareta Dadê ya Tirkiyê şand.

Heger wezaret daxwaznameyê qebûl bike, wê ji bo desteserkirin û radestkirina Osman Baydemir bo Tirkiyê, serlêdana Polîsê Navdewletî Interpolê bê kirin.