Çavusoglu: Erdogan nizanibû helbest li ser Îranê ye

13 berfanbar 2020 14:31
Çavusoglu: Erdogan nizanibû helbest li ser Îranê ye

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser helbesta ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di merasîma serkeftina Qerebaxê de li Bakuyê xwend û bû sedema krîzê di navbera Îran û Tirkiyê de daxuyanî da.

Çavuşoglu di pêwendiya telefonî ya ligel Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf de ku berteka tund nîşanî helbesta Erdogan dabû diyar kir, “Erdogan ew helbesta Arasê li ser Qerebaxê dizanî neku li ser Îranê.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herweha daye xuyakirin ku Erdogan wesa hizir kiriye helbesta Araz ji bo Qerebaxê hatiye gotin û ti peywendiyeke wê bi Îranê re nîne.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî di pêwendiya telefonî de bibîr xistiye ku divê rêz li pêwendiyên dostane yên herdu welatan bê girtin.

Di helbesta ku Erdogan xwendibû de, behsa veqetandina eyaleta Azerbaycanê bi riya rûbara Arasê ji welatê Azerbaycanê tê kirin û hesret û daxwaza girêdana wê axê tê kirin ku ew herêm di bin kontrola Îranê de ye.

Hêjayî gotinê ye, li ser vê helbesta Erdogan medya Îranê û rayedarên wê bertekên tund nîşan didin û dibêjin, Erdogan dîrok lêkolîn nekiriye û xeyala dagirkeriya Osmaniyan dixwaze zindî bike.