225 parlamentarên Îranê ji ber helbestê Erdogan sermezar kirin
PeyamaKurd – 225 parlamentarên Îranê bi îmzekirina nameyekê helbesta ku ji ber xwendina helbesta li Bakuyê derbarê Îranê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şermezar kirin.
Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê di nameya ku 225 parlamentarên Îranê îmze kiriye de, tê gotin: Em wî zimanê neçaverêkirî yê Erdogan li dijî cîrantiya baş, yekîtiya Îslamê, aştî û aramiya herêm bikar aniye bi tundî şermezar dikin.”
Herwiha di nameyê de hatiye diyarkirin ku xelkê li ser xaka Îranê dijîn yek milet û yekparçe ne.
Di parlamentoya Îranê de 286 parlamenter hene ku ji wan 225 parlamenteran ev name îmze kiriye.
Erdogan dema merasîma serkeftina şerê Qerebaxî li paytexta Azerbaycan Bakuyê helbesta Bahtiyar Vahapzade ya "Ji xakê par çênabe” xwendibû.
Erdogan gotibû, “Aras veqetandin / bi qûmê tije kirin/ Nedibû ji te cuda bibim / Ay Laçîn can Laçîn / Ez qûrbana te bim Laçîn..” ku aliyê din ê rûbara Arasê yê wîlayeta Azerbaycana Îranê hatibû qestkirin.
Piştî bertekên berpirsên Îranê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Erdogan nizanibûye ew helbest li ser Îranê ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin