Erdogan: Ger bi Pûtîn re bicivim…

21 tebax 2023 20:09
Erdogan: Ger bi Pûtîn re bicivim…

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di vegera serdana xwe ya Macaristanê de, ji rojnamevanan re axivî û li ser mijara hevdîtina rûbirû ya ligel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û vegera li peymana korîdora dexlê jî daxuyanî dan.

Erdogan li ser keştiya ku rastî êrîşa Rûsyayê li Derya Reş hatibû got ku ew ne keştiya zad bû ya konteyner bû û diyar kir: “Derbarê vê mijarê de ji xwe Wezareta Berevaniyê daxuyanî da. Di pêwendiyên me yên ligel rêzdar Pûtîn de, em hêviya helwesteke erênî ya Rûsyayê dikin. Ger em derfet bibînin em ê bi birêz Pûtîn re rûbirû werin cem hev û vê li ser vê mijarê bipeyivin.”

Li ser rola navbeynkariya Tirkiyeyê di şerê Rûsya-Ukrayna de jî Erdogan got ku ew hewl didin û daxwaziya wan jî ew e û wiha pê de çû:

“Yanî hatina Zelenskiy bo Tirkiyê û hevdîtinên me yên ligel wî û hevdem hevdîtinên me yên di Lûtkeya NATO de, em bi berfirehî li ser vê axivîn. Hêviya min ew e ku herdu lîder navbeynkariya me erê bikin û em netîceyê bi dest bixin.”