Erdogan: Em dixwazin rêyeke mayînde bibînin

12 rêbendan 2025 13:01
Erdogan: Em dixwazin rêyeke mayînde bibînin

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, di serdana xwe ya Diyarbekirê de derbarê pêvajoya ku bi hevdîtina Abdullah Ocalan a DEM Partiyê hatiye destpêkirin û daxwaza çekberdanê ji PKKê tê kirin de daxuyanî dan.

Erdogan, di 8. Kongreya Rêxistina Diyarbekirê ya AK Partiyê de gotarek pêşkeş kir û li ser mijarê got, ew bibiryar in şerê 40 salî bidawî bikin û ji bo vê jî wan gavên girîng avêtine. Erdogan bang li PKKê kir xwe hilweşîne û çekên xwe radest bike.

Erdogan wiha axivî: “Aramî û çarenivîsa Diyarbekirê, aramî û çarenivîsa Tirkiyeyê ye. Diyarbekir herdem bûye dergûşa pêkvejiyanê. Biratiya me biratiya Îslamê û qederê ye. Lê hinekan xwestin welat parçe bikin. Em niha di qonaxa dawî ya vê lîstikê de ne. Dema gotina tiştên nû ye. Di şerê çil salî de, deh hezaran mirovên me, sed milyar dolarên me vala çûn.”

Serokomarê Tirkiyê got: “Di proseyên berê de derfetên dîrokî ji dest çûn. Em niha dixwazin rêyeke mayînde bibînin. Bi pêşhatên navçeyê re em pencereyeke nû vedikin. Divê ev jî neyê windakirin. Pêwîst e rêxistina terorê xwe hilweşîne û çekên xwe bi merc radest bike. Divê êdî eşên sed û pêncî salan, taybet yên pêncî salên dawî nemînin.”