40 partiyên siyasî yên Misrê dixwazin Erdogan were dadgehkirin

19 hezîran 2019 16:15
40 partiyên siyasî yên Misrê dixwazin Erdogan were dadgehkirin

PeyamaKurd - 40 partiyên siyasî yên Misrî amaje dikin ku Erdogan piştgiriya komên terorîst dike, dixwazin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan were dadgehkirin.

Hevbendiya Partiyên Misrê ku 40 partiyên siyasî li xwe digire di daxuyaniyekê de ragihand, “Erdogan hemû hêlên sor derbas kirine.”

Rojnameya “Ahram” a Misrî ya fermî belav kir, wan partiyan Serokomarê Tirkiyê wekî “dîktator” bi nav kirine, ji ber ku piştevaniyê li grûpên terorist dike û çekdarên DAIŞê û tendamên grûpa Îxwan Mislimîn a terorist li welatê xwe hewandine.

Di daxuyaniya wan 40 partiyên siyasî de hat, daxuyaniyên Erdogan derbarê mirina Mehemd Mursî de, berdewamiya destêwerdana di karûbarên Misrê de ye û ev yek nayê pejirandin.

Herwiha Hevbendiya Partiyên Misrê bi riya komîteyên xwe yên yasayî re daxwaza kir, Serokomarê Tirkiyê Erdogan li Dadgeha Tawanên Navdewletî bê dadgehkirin.

Ev nerazîbûna partiyên siyasî yên Misrî piştî wê yekê tê, piştî mirina serokê berê yê Misrê Mihemed Mursî di zîndanê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, Mihemed Mursî bi “Şehîd” binav kir û êrîşî Serokomarê Misrê Ebdilfetah El Sîsî kir.