Erdogan qebûl kir ku Stenbol û Enqerê hatin windakirin: 'Em bibînin bê wê çawa birêve bibin'

01 nîsan 2019 05:50
Erdogan qebûl kir ku Stenbol û Enqerê hatin windakirin: 'Em bibînin bê wê çawa birêve bibin'

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan derbarê encamên hilbijartinan da li Enqerê nirxandinek kir û bi awayekî qebul kir ku şaredarîyên bajarên mezin ên Enqere û Stenbolê ji destê AKPê hatin derxistin. Erdogan dîyar kir ku AKPê di hilbijartinan da bûye partîya yekemîn.

‘EM BIBÎNIN BÊ WÊ ÇAWA BIRÊVE BIBIN?’

Serokomarê tirk Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe da bi taybetî spasîyên xwe bo dengdêrên kurd kir û got di hilbijartinan da AKP bi rêjeya % 52yan bûye partîya yekemîn.

‘GELÊ ME ŞAREDARÎYA BAJARÊ MEZIN JI DEST DABE JÎ…’

Serokomarê tirk Recep Tayyip Erdogan bi awayekî qebûl kir ku şaredarîyên Bajarên Mezin ên Enqere û Stenbolê ji destê AKPê hatine derxistin. 

Erdogan, “Gelê me şaredarîya bajarê nezin ji dest dabe jî şaredarîya navçeyan daye AK Partîyê.”

Erdogan da zanîn ku 16 şaredarîyên bajarên mezin bi dest xistine, “me weke Ak Partîyê an jî wekî Tifaqa Cumhurê 16 şaredarîyên bajarên mezin, 538 navçe û 200 belde, bi tevahî 778 şaredarî bi dest xistine."

Namzedê AKPê Binali Yildirim berîya ku encam dîyar bibin dabû xuyakirin ku wî li Stenbolê qezenc kirîye û spasîya gel kiribû.

Seroke Giştî ye CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî derbarê hilbijartinan da daxuyanîyek dabû û dîyar kiribû ku li Stenbolê namzedê Tifaqa Milletê Ekrem Îmamoglu bi ser ketîye.

Ji alîyê din vê hêjayî gotinê ye ku Ajanasa fermî yadewletê Ajansa Anadoluyê (AA) ji saet 23.20an û vir ve amarên xwe nû nekirine.