Erdogan diçe Lîtvanyayê

10 tîrmeh 2023 11:31
Erdogan diçe Lîtvanyayê

PeyamaKurd Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê ya ku li Vilniusê bê lidarxistin bibe, wê serdana Komara Lîtvanyayê bike.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, Erdogan ji bo beşdarî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê ya ku li paytext Vilniusê bê lidarxistin di 10-12ê Tîrmehê de wê biçe Komara Lîtvanyayê.

Li gorî daxuyaniyê, di lûtkeyê de wê di asta stratejîk de li ser kêşeyên erdnîgariya NATOyê û herwiha şerê li Ukraynayê nêrîn bên gotûbêjkirin.

Ji aliyê din ve tê çaverêkirin, Erdogan di çarçoveya lûtkeyê de bi hevtayên xwe yên beşdarî lûtkeyê bûne re hevdîtinên dualî pêk bîne.