Erdogan îro diçe Amerîkayê û bi Trump re dicive

12 mijdar 2019 17:05
Erdogan îro diçe Amerîkayê û bi Trump re dicive

PeyamaKurd – Îro sêşemê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser vexwendina ‎Serokê Amerîkayê Donald Trump serdana Amerîkayê dike.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya ser bi Serokomariya Tirkiyê, tê gotin ku ‎Erdogan li ser vexwendina Trump îro 12ê Mijdarê serdana Amerîkayê dike. Li gor daxuyaniyê, Erdogan di vê serdanê de sibe Çarşemê 13ê Mijdarê ligel Serokê Amerîkayê Trump dicive û ‎piştre serokatiya civîna şandeyan dike.‎

Mijara sereke ya hevdîtina Erdogan û Trump êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ye. Di daxuyaniyê de behsa wê yekê hatiye kirin ku di civîna du alî de, peywendiyên navbera Tirkiye û ‎Amerîkayê di hemû waran de tên gotûbêjkirin. Herwiha di civînê de mijarên wekî rewşa Sûriyê, pirsen herêmî û cihanî û bihêzkirina hevkarî û hemahengiyan.

Di çarçoveya serdana xwe de, Erdogan beşdarî civînekê dibe ku Odeya Bazirganî ya Amerîkayê organîze ‎dike û karsaz têde amade dibin. Erdogan dê di wê civînê de gotarekê pêşkêş bike û piştre serdana Eyaleyeta ‎Marilandê bike û ligel diyasporaya Tirkiyê bicive.‎


Kongresman ji Trump daxwaz dikin ku vexwendina Erdogan betal bike