Ebdulmehdî diçe Amerîkayê û bi Trump re dicive

04 sibat 2019 15:40
Ebdulmehdî diçe Amerîkayê û bi Trump re dicive

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dê bi serdaneke fermî biçe Amerîkayê û Serokê Amerîkayê Donald Trump re jî bicive.

Rojnameya El Erebî Cedîd bi zarê wezîrekî hikûmeta Iraqê ragihand ku dê serdana plankirî ya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî rojên pêş pêk were û got, dê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li ser çend babetan biaxive.

Li gor wê rojnameya erebî dê di serdanê de, Ebdulmehdî bi rayedarên Amerîkî re li ser babetên, hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê, nakokiyên Amerîka-Îranê û bandora wan li ser Iraqê, derxistina Iraqê ji lîsteya cezakirina wan welatên ku danûstanê ligel Îranê dikin û bidestxistina piştevaniya Amerîkayê werin rojevê.