Erdogan îro bi serdanekê diçe Wanê

11 hezîran 2022 15:03
Erdogan îro bi serdanekê diçe Wanê

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, îro bi serdanekê diçe Wanê û tê çaverêkirin ku Erdogan li ser pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên aborî peyaman bide.

Li gor zanyariyan, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, piştî 19 mehan serdana bajarê Wanê dike. Di wê serdanê de Erdogan wê beşdarî mîtînga vekirina 156 kargeh û destpêkirina hin projeyan bibe.

AKPê ji 8 parlamenterên 3 li Wanê bi dest xistiye û 5 jî di destê HDPê de ne. AK Partî dixwaze rêjeya dengên xwe li Wanê zêde bike.

Hêjayî gotinê ye, Wan bajarê herî mezin ê Herêma Serhedê ye. Serjimêra wê milyonek û 125 hezar e. Zêdetirî %60 nifûsa Wanê ciwan in. Lê piraniya ciwanan bêkar in û ji bo peydakirina kar berê xwe didin bajarên rojavayê Tirkiyeyê.