Erdogan di derbarê Derya Spî de gef li Yûnanîstanê xwar

14 tebax 2020 13:08
Erdogan di derbarê Derya Spî de gef li Yûnanîstanê xwar

PeyamaKurd - Di derbarê keştiya Tirkiyê ya li Derya Spî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destnîşan kir, eger êrîşî keştiya Tirkiyê ya li rojhilatê Deryaya Spî were kirin, dê berdêleke mezin bidin û îro yekem bersiva xwe wergirtin.

Serokomarê Tirkiyê diyar kir, helwesta Yûnanîstanê li Deryaya Spî û Egeyê li ser niyetpakiyê nehatiye danîn û daxwazkirina sînorê avî li ser bingeha girava Meis, ne bi eql û ne bi mentiqê nayê şîrovekirin.

Erdogan destnîşan kir, çavê welatê wî ne li mafê tu kesî ye, lê rê nadin dewleteke din mafên wan ji wan bistîne.

Herwiha Recep Tayyip Erdogan got, “Ew ê ku li Deryaya Spî nîgeraniyê çêdike, ne em in. Eqliyeta Yûnan û Qibrisa Rûmî ye, ku her du hewl didin Tirkiye û Qibrisa Tirkî paşguh bikin.