Di derbarê pêshateyên Derya Spî de Trump û Erdogan gotûbêj kirin

27 tebax 2020 14:26
Di derbarê pêshateyên Derya Spî de Trump û Erdogan gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Di derbarê pêşhateyên Derya Spî, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi peywendiyeke telefonî gotûbêj kirin.

Li gor Ofîsa Ragihandina Serokomariya Tirkiyê ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi peywendiyeke telefonî bi hev re axivîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, herdu serokan di peywendiya telefonê de li ligel mijarên dualî, li ser pêşhateyên li rojhilatê Deryaya Spî û herêmî axivîn.

Li gor daxuyaniyê, Erdogan di peywendiya telefonê destnîşan kir, sedemên bêaramiya li rojhilatê Deryaya Spî ne Tirkiye ye.

Herwiha hat diyarkirin, Erdogan tekezî li wê yekê kir ku “Tirkiyê bi gavên pêwîst nîşan daye ku li rojhilatê Deryaya Spî alîgirê diyalogê û kêmkirina rageşiyê ye.”