Enqere û Qahîre li ser hejmarek mijaran gihîştin lihevkirinekê

14 tebax 2026 12:15

Gelek peyman û belgeyên cuda yên bi armanca xurtkirina hevkariya aborî û dîplomatîk a di navbera Tirkiye û Misrê de hatin îmzekirin.

Enqere û Qahîre li ser hejmarek mijaran gihîştin lihevkirinekê

RûpelNews - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Hakan Fîdan, du belgeyên cuda bi Wezîrê Karên Derve yê Misrê, Bedr Abdulatî û Wezîrê Veberhênan û Bazirganiya Derve yê Misrê, Mihemed Ferîh Salih re îmze kirin.

Di civîna duyemîn a Koma Plansaziya Hevbeş a Tirkiye-Misrê de, ku li bajarê Alamein ê Misrê hat lidarxistin Fîdan û Ebdulatî 'Tutanakên Civîna Koma Plansaziya Hevbeş' îmze kirin. Fîdan her wiha 'Biryara ser Guhertina Protokolê Hejmar 3 yê li ser Rêzikên Eslê yên Peymana Bazirganiya Azad' bi Salih, Wezîrê Veberhênan û Bazirganiya Derve yê Misrê re, îmze kir.

Beşdariya Misrê di hevkariya veguhestinê de

Di civînê de herwiha belgeyeke derbarê beşdariya Misrê di "Bîranîna Lihevkirinê ya li ser Hevkariya di warê Xurtkirina Têkiliyên Veguhestinê yên di navbera Tirkiye û Welatên Peravên Afrîkayê de" hate îmzekirin.

Belgeya ku ji aliyê Wezîrê Derve yê Misrê Bedr Abdulatî ve hatiye îmzekirin, armanc dike ku girêdanên veguhastinê di navbera her du welatan de û hevkariya herêmî bi neteweyên Afrîkî re pêş bixe.

Têkilî ji bo demekê xirab bûbûn

Têkiliyên di navbera Tirkiye û Misrê de piştî destwerdana leşkerî ya li dijî Serokomarê Mihemed Mursî li Misrê di sala 2013an de, ji bo demeke dirêj tengezar bûn. Bi hatina Sîsî ya ser desthilatê re, têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Enqere û Qahîreyê de hema hema ji hev qut bûn, lê di salên piştî wê de, têkiliyên dîplomatîk û însiyatîfên herêmî bûn sedema pêvajoyeke asayîbûnê.

Beşdarî Peymana Mekeyê nebû

Her çend têkiliyên siyasî û aborî yên di navbera her du welatan de di van demên dawî de zêde bûne jî, hewldanên ji bo hevkariya li ser ewlehî û parastina herêmî jî derketine pêş. Nûçe derketibûn ku Misir ji bo îmzekirina Peymana Parastinê ya Mekeyê, ya ku di 7ê Tebaxê de hatibû îmzekirin, hatibû vexwendin, lê Qahîreyê tevlîbûna peymanê red kiribû.