Arif Guran dê ji bo keça xwe Narînê ji Amedê ber bi Enqereyê ve bimeşe

17 îlon 2026 20:33

Arif Guran bavê Narin Guranê ku piştî windabûna wê ya li Amedê, termê wê yê bêcan piştî 19 rojan hat dîtin ragihand ku ew ê ji bo bidestxistina dadmendiyê ji bo keça xwe, meşeke ji Diyarbekirê ber bi Enqereyê ve dest pê bike.

Arif Guran dê ji bo keça xwe Narînê ji Amedê ber bi Enqereyê ve bimeşe

RûpelNews - Termê bêcan ê Narin Gurana 8-salî ku malbata wê di 21ê Tebaxa 2024an de li taxa Tavşantepeyê ya navçeya Rezan a Amedê ragihandibû ku winda bûye di 8ê Îlona 2024an de, yanî di roja 19emîn a operasyonên lêgerînê de, di nav çuvalekî de li Çemê Egertutmazê hat dîtin.

Bavê Narin Guranê, Arif Guran, armanc dike ku bi meşeke ji ê ber bi Enqereyê ve bigihîje Kompleksa Serokomariyê da ku derbarê mirina keça xwe de daxwaza dadmendiyê bike.

Parêzer Onur Akdag di peyameke medyaya civakî de ragihand ku meş dê roja Şemiyê, 19ê AÎlona 2026an, dest pê bike.
Akdag di peyama xwe de ev gotin cih dan:

"Ew ê meşa xwe ya takekesî ya ji bo dadmendiyê, piştî daxuyaniyeke çapemeniyê ya ku dê roja Şemiyê, 19ê Îlona 2026an, saet 11:00an li ser gora keça wî were dayîn, dest pê bike.

Gavên bavekî ne tenê rêyan, lê wijdanan jî diherisînin. Li hemberî qîrîna bavekî xemgîn ku ji bo keça xwe ya ku hatiye kuştin û ji bo daxwaza darizandineke bêalî û adil dikeve rê, bêdeng nemînin. Ev meş têkoşîneke ji bo dadmendiyê ye ku aîdî me hemûyan e!

Ez ê hûrgiliyên zêdetir di odeya dengî ya 'Space'ê de, ku îro saet 21:30î de ez ê birêve bibim, parve bikim."
Hat ragihandin ku Arif Guran dê beriya meşê li ser gora Narinê civîneke çapemeniyê li dar bixe.