ENKS li dijî bacên giran, bihayî û revandinan dest bi çalakiyan dike
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) biryar da li dijî revandina endamên ENKSê û ferzkirina bacan li ser gelê herêmê, dest bi mangirtinan li hember Rêveberiya Xweser bike.
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Neşet Zaza ji K24ê re ragihandiye ku Desteya Serokatiya ENKSê îro li Qamişlo civiya û rewşa giştî ya Rojavayê Kurdistanê xiste ber behs û guftûgoyan.
Zaza got, ENKS biryar da li hember bilindkirina nirxên kerestiyan, ferzkirina bacan li ser gelê Kurd û pêkhateyên deverê û azadkirina hemû revandiyên li cem desthilatên Rêveberiya Xweser, dest bi mangirtinan li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê dikin.
ENKSê ev biryar di demekê de wergirt ku li gor Polîtburoya PDK-Sê hîna endamên wê partiyê, Mihemed Salih Şelal Ehmed, Mihemed Deham Eyo, Berzan Husên, Fermez Ebdulkerîm û Ebdilxefar Mihemed li cem hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve girtî ne.
Emîndariya Giştî ya ENKSê jî doh daxuyaniyek derbarê bilindkirina nirxê sotemeniyê û keresteyên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve belav kir.
Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Tiştên ku niha ji aliyê desthilatdariya PYDê ve tên kirin û xistina hemû biryaran di destê xwe de û astengkirina debara welatiyan bêyî çavdêrî yan berpirsiyarî, bi wê armancê ye ku careke din gelê me koçber bibe.”
ENKSê daxwaz ji Rêveberiya Xweser kir, biryara keresteyan û ferzkirina bacên giran li ser welatiyan hilweşîne û got: “ENKS di nîşandana nerazîbûnan bi amrazên aştiyane de, her dem li aliyê gelê xwe ye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin