DYA: Em ji hêrisên li dijî nûsîngehên ENKSê dilgiran in

08 adar 2024 17:32
DYA: Em ji hêrisên li dijî nûsîngehên ENKSê dilgiran in

PeyamaKurd - Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Şamê, di derbarê êrîşên li ser nûsîngehên Encûmena Niştînmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) yên li Rojavayê Kurdistanê de peyamekê belav kir û dilgiraniya DYAyê destnîşan kir.

Di peyama ku li ser rûpela medyaya civakî ya Xê de hate belavkirin de Balyozxaneya DYAyê got: “Em li hember hêrişên li ser nûsîngehên ENKSê yên li Bakur-Rojhelatê Sûriyeyê dilgiran in.”

Balyozxaneyê daxwaza rawestandina bilez a hêrişan kir û ji bo pêkanîna armanc û daxwazên gelên Sûriyeyê bang li aliyan kir ku tevlî danûstandinên aştiyane bibin.