Serok Barzanî: Sûcekî giran li dijî gelê kurd hatiye kirin

16 adar 2026 08:20

Serok Mesûd Barzanî, di 38emîn salvegera Komkûjiya Helebçeyê de got; ev tawaneke mezin e ku li dijî gelê kurd hate kirin. 

Serok Barzanî: Sûcekî giran li dijî gelê kurd hatiye kirin

RûpelNews - Serok Mesûd Barzanî, bi rêya platforma medyaya civakî Xê ji bo bîranîna salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek belav kir. Barzanî êrîşa kîmyewî ya li Helebceyê wekî sûcekî giran li dijî gelê kurd bi nav kir.

Serok Barzanî got, "Tawanê êrîşa kîmyewî ya li Helebçeyê tawanekî mezin bû ku li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin. Li cîhanê tu dewletekê heta niha bi çekên kîmyewî jenosîd li dijî welatiyên xwe nekiriye, lêbelê li Iraqê, ev sûcê giran li dijî gelê kurd hate kirin."

"Divê Iraq berpirsiyariya yasayî û dîrokî hilbigire ser xwe"

Di peyama xwe de, Barzanî tekez kir ku bûyerên li Helebçeyê û êrîşên din ên berê divê di çarçoveya berpirsiyariya dîrokî û yasayî ya Iraqê de bên nirxandin: "Komkûjiya Helebçeyê û hemû sûcên berê dikevin bin berpirsiyariya dîrokî û yasayî ya Iraqê, û Iraq mecbûr e ku tezmînatê bide gelê kurd."

Barzanî her wiha destnîşan kir ku li Iraqê hîn jî hin alî hene ku li dijî mafên gelê Kurd derdikevin, û diyar kir ku ev rewş nayê qebûlkirin.

Serok Barzanî şehîdên Helebceyê silav kir

Di dawiya peyama xwe de, Barzanî rêz li şehîdên Helebçeyê girt û got,"Bi vê boneyê, em silavên xwe pêşkêşî giyanên pak ên şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê dikin."