ENKS: “Heye ku Amerîka destûra Esed li Rojavayê bide!”

03 îlon 2018 13:50
ENKS: “Heye ku Amerîka destûra Esed li Rojavayê bide!”

PeyamaKurd- Endamê Encûmena Niştimaniya Kurdên li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro got ku Amerîkayê siyaseta xwe ya li Sûriyê gurhertiye û heye ku Amerîka destûra Esed li Rojavayê Kurdistanê bide.

Di derbarê mijarê de Îbrahîm Biro ji çapemeniyê re axivî û wiha got: “Amerîkayê siyaseta xwe ya li Sûriyê gurhertiye. Heke Rûsya hinek daxwazên Amerîkayê bîne cih, heye ku Amerîka destûra Rejîmê bide ku têkevine Rojavayê de.”

Biro wiha dewam kir: “Rûsya ji bo operasyona Idlibê lezê dike; lê belê Amerîka û hêzên koalîsyonê ji bo kuştina sivîlan bitirs in û dixwazin ku operasyon were taloqkirin. Amerîka dixwaze li Sûriyê IŞÎD xilas bibe û hêzên Îranê jî ji herêmê derkevin. Heke ev bibin, Amerîka wê ji Sûriyê derkeve.”