Amerîka: Rêjîma Esed ne pabendî biryarên Neteweyên Yekbûyî ye û li ser masê rûnanê

03 berfanbar 2024 14:05
Amerîka: Rêjîma Esed ne pabendî biryarên Neteweyên Yekbûyî ye û li ser masê rûnanê

PeyamaKurd – Nûnerê Daîmî yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî got, "Yê ku li Sûriyeyê guh nade biryarên KENYê û li ser maseyê rûnanê, rejîma Esed e."

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas Greenfield bi boneya ku DYA serokatiya demkî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji Îngilîstanê werdigire, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Greenfield destnîşan kir ku di serdema serokatiyê de bêewlehiya xurek û newekheviya zayendî wê du xalên girîng bin û destnîşan kir ku gefên dijîtal û nakokiyên herêmî jî wê di rojeva girîng de bin.

Greenfield, anî ziman ku ceribandinên bi vî rengî rijd in û wiha got: "Gelek kes ji me bawer dikin. Em nikarin bêdeng rûnên, berovajî vê yekê em ê milê xwe hilkin û xebata xwe bidomînin."

Serokatiya Demî ya KENYê piştî DYA wê derbasî Cezayîrê bibe.

 Sûriye

Greenfield destnîşan kir ku geşedanên heyî yên li Sûriyeyê bi fikar in û ew rewşê ji nêz ve dişopînin.

Greenfield diyar kir ku têkiliyên wan bi hevkarên xwe yên li herêmê re dewam dikin û diyar kir ku divê rêyek ji bo dabînkirina aştî û ewlehiya gelê Sûriyeyê bê dîtin.

Greenfield got, "Me demeke dirêj piştgirî da muzakereyên li Sûriyeyê. Yê ku guh nade biryarên Neteweyên Yekbûyî yên li Sûriyeyê û li ser maseyê rûnanê, rejîma Esad e."

Xezze

Derbarê Xezzeyê de jî Greenfield diyar kir ku hewldanên dîplomatîk ên Amerîkayê berdewam in.

Greenfield destnîşan kir ku rewş pir giran e û diyar kir ku ji bo agirbest, serbestberdana girtiyan, peydakirina hewcedariyên gelê Filistînê û dayîna alîkariyên mirovî xebat didomin.

Lubnan

Greenfield diyar kir ku xebatên li ser Lubnanê dewam dikin, "Lihevkirinek çêbû, hin pirsgirêk derketin, lê peyman hêj derbasdar e."

Greenfield diyar kir ku heta niha jî rêz li agirbestê tê girtin û ew şopandina rewşê didomînin.