ENKSê bersiva Mezlûm Ebdî da: Dîyaloga Kurdî-Kurdî dest pê nekiriye
13 mijdar 2024 20:30
PeyamaKurd – Beriya niha bi demekê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihandibû, wê diyalogên yekîtiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji nû ve dest pê bikin.
Aliyên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dabûn xuyakirin ku hin hewlên ji bo ji nû ve destpêkirina dîyaloga Kurdî-Kurdî bi navbeynkariya Amerîkayê hene, lê heta niha ti pêşveçûn çênebûye.
Herî dawî Berdevkê ENKSê Feysel Yûsiv ragihand, heta niha ti alîyekî bi wan re derbarê destpêkirina diyalogên kurdî-kurdî de pêwendî nekiriye.
Hêjayî gotinê ye, hin çavkaniyên medyayî belav kiribûn ku di demeke nêzîk de diyalogên kurdî-kurdî li Rojavayê Kurdistanê dest pê dikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Rojhilata Navîn
Ji Barrack daxuyaniya civîna ligel Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed
22 rbn 2026
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin