ENKS: Azadkirina hejmarek girtiyên ji ENKSê gaveke erênî ye

08 mijdar 2021 21:03
ENKS: Azadkirina hejmarek girtiyên ji ENKSê gaveke erênî ye

PeyamaKurd – Endamê serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)Silêman Oso, li ser berdana hejmarek girtiyên endam û rêveberên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê nirxandin kir.

Oso, azadkirina girtiyên ENKSê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve wekî gaveke erênî nirxand û got, “Em li bendê ne hemû endamên din ên ENKSê yên hatine girtin jî werin berdan.”

Hêjayî gotinê ye, şandeke ENKSê, piştî serbest berdana wî serdana Endamê Lijneya Şêwirmendiyê yê PDK-Sê Mihemed Eyo kir.

Silêman Oso, di serdanê de banga azadkirina hemû girtiyên ENKSê li Rêveberiya Xweser kir û da zanîn ku ji bo destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî ya bi partiyên PYNKê re ev dikare bibe pirek.