Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê can da

10 hezîran 2023 15:00
Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê can da

PeyamaKurd Endamekî Komeleya Karkerên Mezopotamyayê do li bajarê Silêmaniyê rastî êrîşekê hat û birîndar bû, ji ber giraniya birîna xwe, îro can da.

Li gor zanyariyan, vê sibê 10ê Hezîrana 2023an, endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan ku do li bajarê Silêmaniyê teqe lê hat kirin, piştî mana 17 saetan li jêr çavdêriya bijîşkî, vê sibê can da.

Herwiha do beriya nîvro, endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê, li ber avahiya komeleyê rastî êrîşeke çekdarî hat û demildest ji aliyê endamên komeleyê ve ku hemû xelkê Bakurê Kurdistanê ne, bo Nexweşxaneya Şar hat veguhestin.

Huseyîn Arasan di sala 1978an de jidayik bûye û xelkê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye. Medyaya nêzîkî vê komeleyê eşkere kiriye ku Husên bi salan e li bajarê Silêmaniyê dijî û penaberê siyasî bû.