'DAIŞ li benda hilweşîna Sûriyê ye: 5 hezar endamên wê li herêmê hene'
Tevî ku kontrola xwe ya li ser axê winda kiriye, DAIŞ bi rêya şaneyên razayî hebûna xwe li Sûriye, Iraq û Lubnanê didomîne. Li gorî pisporan, rêxistin hewl dide ku ji aloziyên civakî û neseqamgîriya herêmî ya li Sûriyê sûd werbigire; herwiha di propagandaya xwe ya online de jî hişê çêkirî bi kar tîne.
RûpelNews - Eşkerebûna ku gumanbarê êrîşa Berlînê, Abdul B., hewl dabû ku di sala 2025an de ji bo tevlîbûna DAIŞê biçe Sûriyê, hêza heyî ya rêxistinê li Sûriye û Iraqê dîsa xistiye ber çavan.
Serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî 12 sal berê li bajarê Mûsilê yê Iraqê xîlafetek bi navê xwe ragihandibû. Wê demê, rêxistin gihîştibû lûtkeya hêza xwe û bi salan kontrola herêmeke berfireh li Sûriye û Iraqê di destê xwe de girtibû.
Bi deh hezaran şervanên biyanî, di nav wan de yên ji welatên Rojava jî, ji bo tevlîbûna rêxistinê çûn herêmê. DAIŞê li herêmên di bin kontrola xwe de komkujiyên giran li dijî sivîlan û komên olî yên cuda pêk anî; wê li Başûrê Kurdistanê li dijî kurdên êzidî komkujî pêk anîn.
Her çend xîlafeta ku ji aliyê rêxistinê ve hatibû ragihandin hatiye hilweşandin jî, DAIŞê hebûna xwe li herêmê bi temamî winda nekiriye.
Li Sûriye, Iraq û Lubnanê bi rêya şaneyên razayî tevdigere
Hasan Ebû Haneyeh, lêkolerê urdunî yê pisporê rêxistinên îslamî, diyar kir ku DAIŞ hîn jî li Sûriye, Iraq û Lubnanê heye, lê niha bi awayekî veşartî tevdigere.
Li gorî Haneyeh, rêxistin şaneyên xwe yên li van welatan ji bo êrîş û operasyonên taybet seferber dike.
Texmînên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku li Sûriye û Iraqê bi giştî heta 5 hezar endamên DAIŞê hene. Pisporê misrî Hîşam El Naxar destnîşan dike ku ev hêz derfetê dide rêxistinê ku şerekî dirêj ê westandinê bimeşîne.
Lêbelê, tê nirxandin ku DAIŞ êdî xwedî wê hêza leşkerî nîne ku wekî berê, kontrola domdar li ser bajarên mezin û herêmên berfireh biparêze.
Di dema serdana Macron de bombe teqiyan
Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera, ragihand ku ew dê li dijî DAIŞê şer bike. Her çend rêveberiya Şera hewl dide ku wêneyekî Sûriyeke aram nîşanî cîhana derve bide jî, êrîş li nav welêt berdewam dikin.
Herî dawî, di destpêka Tîrmehê de, bombeyên li nêzî otela li Şamê teqiyan, cihê ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku wek serokê dewleteke endamê YE serdana Sûriyê dikir lê dima. Teqînan di dema serdana Macron de metirsiyên ewlehiyê derxistin holê.
Piştî bûyerê, Şera diyar kir ku gelek kes hene ku naxwazin dewleta Sûriyê bi ser bikeve. Şera, ku amaje bi wê yekê kir ku qada çalakiya van kesan hêdî hêdî teng dibe, got ku lêpirsîn berdewam e û ew bawer dike ku berpirsiyarên êrîşan dê di demek nêz de bên girtin.
Hikûmeta Sûriyê zû DAIŞ wek berpirsiyarê teqînan bi nav kir. Lêbelê, rêxistinê berpirsiyariya êrîşan li ser xwe negirt.
Li gorî pisporan, DAIŞ li benda wextekî guncaw e
Pisporê terorê Hesen Ebû Haneyeh diyar dike ku DAIŞ xwe ji nû ve ava dike. Ew dibêje ku rêxistin ji nêz ve şopandina aloziyên di navbera komên cuda yên etnîkî, olî û civakî yên li Sûriyê de dike û li benda kêliya guncaw e ku tevbigere.
Li gorî Haneyeh, DAIŞ xwe dispêre têkçûna dewleta Sûriyê. Rêxistin hevsengiyên nazik ên di nav welêt de, ligel bêîstiqrariya li herêmê ya ji ber pevçûna di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de, wekî derfetek ji bo xwe dibîne.
Hilweşandina Kampa El-Hol dibe ku ji bo DAIŞê endamên nû peyda bike
Kampa El-Hol, ku li Rojavayê Kurdistanê bû, di destpêka sala 2026an de hate hilweşandin. Bi salan, malbatên endamên DAIŞê li kampê dihatin girtin.
Beşeke girîng a van kesan, ku bi piranî ji jin û zarokan pêk dihat, ji aliyê tu dadgehê ve sûcdar nehatibûn dîtin. Niştecihên kampê di bin şert û mercên mirovî yên gelekî dijwar de dijiyan.
Hat ragihandin ku di dema rakirina El-Holê de, bi hezaran kes bêyî kontroleke têr û tije ji kampê derketin. Li gorî çavdêrên Navenda Navneteweyî ya ji bo Têkoşîna li Dijî Terorê ya li Laheyê, DAIŞ vê geşedanê wek serkeftinek ji bo xwe dibîne.
Pispor hişyariyê didin ku hebûna kesên ku di nav kesên ku bê kontrol ji kampê derdikevin de û dikarin tevlî rêxistinê bibin, dikare ji bo DAIŞê bibe çavkaniyeke nû ya hêza mirovî.
Bikaranîna hişê çêkirî ji bo propagandeyê
Wergirtina endamên nû ji derve ji bo DAIŞê jî bi temamî nesekiniye. Tê ragihandin ku gelek mêrên ciwan û radîkalkirî bi mebesta tevlîbûna rêxistinê rêwîtiya xwe ya ber bi Sûriyê ve didomînin.
Hasan Ebu Haneyeh dibêje ku divê DAIŞ ne wekî avahiyeke kevneşopî, lê wekî diyardeyeke bi serdema nûjen û teknolojiyê ve girêdayî were dîtin.
Tê ragihandin ku rêxistin li ser înternetê gelek çalak e, di propagandaya xwe ya online de ceribandinên bi hişê çêkirî dike û bi berdewamî rêbazên xwe diguherîne da ku li dijî tedbîrên nû yên ku ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve tên girtin, bisekine. (Tagesschau)
