Endamê Komeleya Jiyana Kurd Dr. Îbrahîm Remezan Necar wefat kir
10 îlon 2020 14:42
PeyamaKurd – Li Swêdê, derçûyê Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Mustensiriye li Bexdayê û Endamê Komeleya Jiyana Kurd Dr. Îbrahîm Remezan Necar, wefat kir.
Bavê Dr. Azad Necar, ku danerê dilê destçêkirî ye, di temenê xwe yê 97 salî de li welatê Swêdê koça dawî kir.
Dr. Îbrahîm Remezan Necar, di sala 1960an de, li Mûsilê Cîgirê Rêveberiya Perwerdeyê bû û di sala 1963an de ji ber fikr, raman û helwestên xwe yên netewî, heta du salan li Mûsilê hate zindanîkirin.
Herwiha Dr. Îbrahîm Remezan Necar xwedî çend pirtûkên rêzimana Kurdî ye.
Di roja 9ê Îlona 2020an de, Dr. Îbrahîm Remezan Necar li welatê Swêdê di temenê xwe yê 97 salî wefat kir.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Kurdekî li Girîtgeha Kirmasanê bi awayê guman jiyana xwe ji dest da
01 brf 2025
Jiyan
Lavrov: Ji bilî jiyana bi Samê re ti çareya Kurdên Sûriyê nîne!
29 îln 2024
Magazîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin