Emirê Kuweytê, Sabah Halid el-Hamed es-Sabah kir welîahd prens

02 hezîran 2024 02:16
Emirê Kuweytê, Sabah Halid el-Hamed es-Sabah kir welîahd prens

PeyamaKurd – Emirê Kuweytê Meşal el-Ahmed el-Cabir es-Sabah, serokwezîrê berê Sabah Halid el-Hamed es-Sabah (71) kir welîahd prensê Kuweytê. Welîahd prens di navbera salên 2019 û 2022an de serokwezîrtiya Kuweytê kiribû.

Li gor ajansa fermî ya Kuweytê ya bi navê KUNAyê; biryarnama welîehd hat belavkirin jî.