Îran: Me êrîş birin ser baregehên Amerîkayê yên li Kuweytê
Sûpaya Pasdarên Îranê ragihand ku wê bi dron û mûşekan êrîş birine ser hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweytê û gelek armancên leşkerî hatine lêdan.
RûpelNews - Li gorî daxuyaniya Sûpaya Pasdaran, depoyeke alavên leşkerî li Bingeha Hewayî ya Elî el-Selîm a li Kuweytê, her wiha hangarek ku sîstemeke parastina hewayî ya Patrîot û firokeyeke bêmirov a ji cureyê MQ-9 tê de bû, hatin armancgirtin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat îdiakirin ku herêmên ku leşkerên Amerîkî yên li Kampa El-Udeyrî bi cih bûne û herwiha du hangarên helîkopteran hatine lêdan. Îranê îdia kir ku di êrîşan de hin leşkerên Amerîkî hatine kuştin an birîndar bûne û hejmareke mezin a helîkopter û balafirên bêmirov zirar dîtine.
Sûpaya Pasdaran diyar kir ku ev êrîş wek tolhildana êrîşên ku Amerîkayê îdia kiribû li dijî bircên telekomunîkasyonê yên li Îranê pêk anîne, hatine kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya van operasyonan de birceke telekomunîkasyonê jî hatiye armancgirtin.
