Elon Musk sînor danî ser Twitterê û pistre jî got: Ji bo dinyayê qenciyekê dikim!

02 tîrmeh 2023 16:36
Elon Musk sînor danî ser Twitterê û pistre jî got: Ji bo dinyayê qenciyekê dikim!

PeyamaKurd – Karsazê Amerîkî yê xwediyê platforma medya civakî Twitterê Elon Musk, ji bo bikarhênerên Twitterê sînor danî.

Elon Musk li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku dê êdî hesabên Twitterê yên nehatine erêkirin ango kesên pere nedabin, rojane tenê bikaribin 600 twitan bibînin. Musk got ku hesabên pesendkirî jî dê 6000 hezar twitan li ser herka tora twitterê bibînin.

Piştî vê ragihandina Musk, li ser Twitterê dema bikarhêneran dixwest parvekirinan bibînin, nivîsa, “Mixabin limîta we têr nekir. Hinekî raweste, piştre dîsa biceribîne’ derket pêşiya bikarhênerên Twitterê.

Elon Musk gotiye, wan ev sepandina nû ji bo demkî pêk aniye. Musk piştre jî dîsa parvekirinek kir û got, sedema sînordanîna ser Twitterê ji me hemûyan e ku pêdiviya me bi derketina derve heye. Li vir ji bo dinyayê qenciyekê dikim. Ji transa kûr şiyar bike, ji bo hevdîtina malbat û hevalan xwe dûrî telefonê bike."

Herwiha nirxandinên ku ji bo bûyerên Fransayê li cîhanê belav nebin, ev biryar hatiye dayîn jî hatin kirin. Tê gotin ku Macron ji ber xwepêşandan û aloziyên piştî kuştina ciwanê 17 salî li Fransayê, ji Musk daxwaza astengkirina Twitterê li Fransayê kiriye û lewma jî ev biryara sînordarkirina Twitterê hatiye dayîn.