Elon Musk, li ser rawestandina twitterê daxuyanî da

09 sibat 2023 21:00
Elon Musk, li ser rawestandina twitterê daxuyanî da

PeyamaKurd- Rêveberê platforma medyaya civakî twitterê Elon Musk, di derbarê qedexekirina sepanê ya li Tirkiyeyê de daxuyaniyek da û got, "Em hewil didin ku hîn zêdetir fêm bikin.”

Alîkarê Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Omer Fatîh Sayan, bi Serokê Têkiliyên Hikûmetê yên Cîhanê yê Twitterê John Hughes û Gerînendehê Polîtîkayên Giştî yê Twitterê yê Tirkiyeyê Ronan Costello re hevdîtinek kir.

Di civîna ku bi rêya vîdeokonferansê hat lidarxistin de li hember nûçeyên derew, kampanyayên alîkariyê yên sexte, hesabên sexte û postên derewîn û dezenformasyonên ku li ser twitterê tên kirin, gavên ku dikarin bên havêtin, hatin nirxandin.

Di civînê de hat destnîşankirin ku li hember dezenformasyonên ku civakê ber bi panîk û kaosê ve dibe, berpirsyariya twitterê ye.

Qedexeya çûnûhatinê ya ku saet di 16:30 de dest pê kiribû, bi şev saet di 01:00 de bi dawî bû.

Li aliyê din Elon Musk li ser pirsa bikarhênerekî ya li ser qedexekirina ketina li Tirkiyeyê bersiv da û got, "Em dixebitin ku hîn zêdetir fêm bikin."

Piştî ku dîmenên erdhejê û qêrîn bi tundî li ser medyaya civakî hatin belavkirin, bi 'kêmkirina bandê' bikaranîna înternetê hatibû sistkirin.