Elî Bapîr: PDK xwedî dîroka xebata dûr û dirêj e
PeyamaKurd - Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro serdana Komela Îslamî ya Kurdistanê kir û piştî civînê Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û Emîrê Komela Îslamî Elî Bapîr derketin pêş medyayê.
Elî Bapîr destpêkê got, “Em hemû li hember welatê xwe berpirsyar in û Komela Îslamî jî dibe beşek ji çareseriya pirsgirêkan” û wiha pê de çû: “Em wek Komela Îslamî dizanin ku PDK xwedî dîrokeke xebatê ya dûr û dirêj e, niha jî cih û pêgeha wê ya berçav heye.”
Bapîr diyar kir ew hêvîdar in di demeke kurt de hemû pirsgirêkên hene bên çareserkirin.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî jî di civîna rojnamevanî de got: “Em wek PDK bi rênimayên Serok Barzanî kar dikin, ji bo tiştê ku me duhî nekarî bikira, îro ji miletê me re pêk bînin.”
Mîranî destnîşan kir, “Her aliyek ji me çi di nava hikûmetê de be yan li derveyî hikûmetê be, dikare xizmetê bike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin