Hukumeta Afxanistanê raziye ku wexta xebata misyona UNAMAyê dirêj kirin
PeyamaKurd – Hukumeta demkî ya Afganistanê ragihand ku raziye Neteweyên Yekgirtî wexta xebata misyona UNAMAyê salekî din jî dirêj kirin. Berdevkê rêvebiriya Talîbanê Zabihullah Mucahid, li ser mijarê daxwuyanî da û got:
“Pêdiviya Afganistanê bi pêşdebirina têkiliyên bi Neteweyên Yekgirtî, têkiliyên navdewletî, bi dezge û saziyan heye û dikarin fêde bidin me.
Xelkê Afganistanê dixwaze UNAMA wezîfa xwe ya nûnertiyê baş bicîh bîne. Têkiliya Afganistanê û dinyayê bi hev re deyne, pêşdebirina Afganistanê, destkeftiyên wê, ewlehî û îstîqrara wê bigihîne dinyayê û dewletên ku endîşa wan di derbarê Afganistanê de hene, di navbera wan de baweriyê deyne.”
UNAMA, di sala 2002an de bi NY konseya Ewlehiyê jimare 1401 ava bûye û salekî wezîfekirina wê hat dirêjkirin. Jimara xebatkarên UNAMAyê li Kabîlê li dora 1200 e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin