PDK-S: Xebata partiya we beseke sereke û girîng e ji dîroka gelê Kurd
PeyamaKurd – Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ji bo 75emîn salvegera damezrandina Partiya Demorkrat a Kurdistanê (PDK) û jidayikbûna Serok Mesûd Barzanî, peyameke pîrozbahiyê belav kir û diyar kir: “Bi vê helkefta pîroz ya 75 saliya jidayîkbûna Serok Mesûd Barzanî û PDKê, em germtirîn pîrozbahî bi navê serkirde û endamên PDK-Sê arastî we dikin.”
PDK-Sê destnîşan kir: “Xebata partiya we, beşeke sereke û girîng e ji dîroka gelê Kurd di serdema nû de ye, herwiha stêrkeke geş e, ji tekoşîna Barzaniyê nemir e ku navborî ew partî li ser bingeheke rast û dirust damezrand û bi keda Pêşmergeyên leheng, qehremanî û xebata xwe di xizmeta Kurdistanê bo cîbicîkirina azadî û serxwebûnê berdewam kir.
PDK-Sê eşkere kir: “Em weke PDK-Sê di demekê de, bi hêvî ne bêtir hemahengî bi partiya we re bikin, di heman demê de baweriya me mezin e ku PDKê piştevanê herî baş ji gelê Sûriyê û gelê Rojavayê Kurdistanê re be, bi taybet niha Sûriyê di qeyran, êş û azaran re derbas dibe.”
Herî dawî PDK-Sê di peyama we de careke din pîrozbahî ji Serok Mesûd Barzanî û endam û alîgirên partî re şand û soz da ku li ser rêbaza Barzaniyê nemir kar û xebata xwe heta pêşketin û azadiyê berdewam bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin