El-Hîlalî: Vegera Pêşmergeyên Roj tê gotûbêjkirin

24 adar 2026 08:00

Berdevkê şandeya Serokomariya Sûriyeyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê li gel HSDê, Ehmed El-Hîlalî da zanîn ku di demeke nêzîk de Pêşmergeyên Roj vedigerin û doseya wê hêzê li ser maseya Serokomariya Sûriyeyê ye.

El-Hîlalî: Vegera Pêşmergeyên Roj tê gotûbêjkirin

RûpelNews - Ehmed El-Hîlalî di weşana Welat TVyê derbarê rojevê de zaniyarî dan.

El-Hîlalî behsa alozî û binpêkirinên di roja Newrozê de li Efrîn, Kobanî û Qamişloyê kir û got, kesê ku ala Sûriyeyê li Kobaniyê daxistiye hatiye girtin herwiha kesên ku ala Kurdistanê li Efrînê binpê kirine hatine girtin û heta niha lêgerîn li kesên mayî berdewam e û tişta ku bûye fitne bû û hikûmetê vemirand.

"Piştî entegrasyonê HSD namîne"

Ehmed El-Hîlalî diyar kir, piştî tevlîbûna HSD û dezgehên Rêveberiya Xweser di nava artêş û dezgehên hikûmetê de, êdî ne HSD û ne jî Rêveberiya Xweser dimînin. HSD bi 4 lîwayan tevlî artêşê dibe û YPJ jî nayê pejirandin, ji ber ku jin di nav artêşa Sûriyeyê de nîne.

"Mezlûm Ebdî ti post nexwestine"

El-Hîlalî got, Çiya Kobanî bû alîkarê fermandarê firqeya 60 ya artêşa Sûriyeyê û ne dûr e Mezlûm Ebdî bibe rawêjkarê Serokomarê Sûriyê û Îlham Ehmed jî bibe alîkara wezîrê derve, lê Ebdî ti post nexwestine.

El-Hîlalî got jî, niha kar li ser wergirtina zîndanên di bin destê HSD de tê kirin û tevaya girtî û dîl dê were berdan di nav de girtiyên siyasî jî yên ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve hatine girtin.

"Divê kurd beşdar bibin"

Ehmed El-Hîlalî, da diyarkirin, doseya hêzên Pêşmergeyên Roj li ser maseyê ye û di demeke nêzîk de dê vegerin welatê xwe û beşdariyê di avakirina pêşerojê de bikin.

El-Hîlalî da zanîn, ku dem dema hevgirtinê ye û divê bi hev re ew Sûriyeya nû ava bikin û kurd di her warekî de beşdar bibin.