El Ereb: Îsraîlê bi kustina Arûrî ajandeyên Îranê herdef girt

07 rêbendan 2024 13:53
El Ereb: Îsraîlê bi kustina Arûrî ajandeyên Îranê herdef girt

PeyamaKurd - Rojnameya El Ereb û hin medyayên din ên Erebî li ser karvedana kuştina Berpirsê bilind ê Hemasê Salih El Arûrî li Beyrûdê ku hefteya borî hatibû armanckirin, nirxandinên berfireh belav dikin.

Li gorî nûçeya rojnameya El Ereb `Kuştina El Arûrî berdewama hedefgirtina Mûsewî ye" ku Îsraîlê bi rêya MOSSADê peyamê dide Îranê.

Rojnameyê diyar kir ku kuştina El Arûrî ji nava rêveberên din ên Hemasê, rasterast girêdayî Îranê ye.

Herwiha hatiye gotin ku îstixbarata Îsraîlê li derve stratejiyek daye pêşiya xwe ku rayedarên girêdayî Îranê çi ji Hemasê yan jî Hizbullahê û ajandeyên din ên Îranê bin, bikuje.