Medya Erebî | ‘Çekên Îsraîlê û çekên herî pêsketî bo kurdan hatin sandin’
PeyamaKurd Taybet – Li gorî nûçeyên medya erebî bo hêzên kurd ên li Sûriyê, çekên Îsraîlê di nav de çekên teknolojiya herî pêşketî hatine şandin.
Li gorî nûçeya Arab Newsê, hevpeymaniya navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike, çek û alavên nû yên leşkerî bo hevpeymanên xwe yên kurdên Sûriyê şandine.
‘Moşekên sermil Stinger û moşekên Spike yên Îsraîlê..’
Di nûçeyê de tê gotin, Amerîkayê moşekên pêşketî, sîstemên parastina hewayî, moşekên tanksiwarên Îsraîlê Spike û moşekên sermil Stinger ên hewayî bo hêzên kurd şandine.
Hat diyarkirin ku ew çekên teknolojiya pêşketî yên gihîştine şervanên kurd li depoyeke Baregeha Hewayî ya Rimêlan a girêdayî parêzgeha Hesekê di bin parastina hêzên deryayî yên Amerîkayê û şervanên kurd de hatine bicihkirin.
Herwiha di nûçeyê de tê gotin ku 30 qemyonên tije çek û alavên lojîstîkî jî gihîştiye balafirxaneya Kobaniyê.
‘Bi sedan TIRên çekan hatine şandin’
Di nûçeyê de herwiha tê destnîşankirin ku HSDê li Hesekê 4 depoyên çekan vala kirine û ew çek şandine depoyên bakurê Hesekê.
Herwiha li gorî ragihandina Ajansa Anadol a Tirkiyê jî Amerîkayê bi sedan TIRên tije çek û alavên leşkerî ji HSDê re şandine.
Dîsa hat ragihand ku ji bo devera petrolê ya El Omer ku di bin kontrola Amerîkayê de ye jî cebilxaneya çekan û maşîneyên sondajê bo HSDê hatine şandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin