El Arabiya: Misirê ji Tirkiyê xwest wesanên rexneyî yên kanalên Îxwanê bide rawestandin
PeyamaKurd – Televizyona El Arabiya ya Îmaratê ragihandiye ku ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên dîplomatîk bi Tirkiyê re, rêveberiya Misirê ji Tirkiyê xwestiye weşanên kanalên televizyonên Îxwanê yên ji Stenbolê weşanê dikin, hişyar bike ku dijî wan weşanê nekin û ji bo vê jî dem daye wan.
Televizyona El Arabiya îdia dike ku Misirê ji Tirkiyê wekî şertê destpêkirina danûstandinên dîplomatîk ên herdu welatan daxwaz kiriye, weşanên 3 kanalên îxwanê yên li Stenbolê ne bide rawestandin û rê nede weşanên dijî revêberiya Misirê bikin.
El Arabiya daye xuyakirin ku Tirkiyê ew daxwaz qebûl kiriye û wê kanalên ku dijî rêveberiya Sîsî weşanê bikin, rastî cezayên girtinê bên.
Hêjayî bibîrxistinê ye, çend roj berê karbidestên Tirkiyê ragihandibûn ku wan piştî 8 salan danûstandinên dîplomatîk bi Misirê re dane destpêkirin û ji aliyê Misirê ve jî danûstandinên asta nizm ên destpêkî hatibûn piştrastkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin