Ehmed Şera ji lîstîka reqsa li Şamê aciz bû: Ez şaş mam

24 nîsan 2026 17:17

Serokê Hikûmeta Demkî yê Sûriyê Ehmed Şera li ser lîstîka reqsê ya li Şamê nerazîbûna xwe nîşan da û got: “Ez bi vê reqsê şaş mam, ev ne li gorî çanda me ye, min nizanî bû ev lîstîk di bernameyê de heye.”

Ehmed Şera ji lîstîka reqsa li Şamê aciz bû: Ez şaş mam

RûpelNews - Ehmed Şera, li hember bertekên li ser pêşandanên reqs û muzîkê yên ku di çalakiyekê de li Şamê hatibûn lidarxistin, daxuyaniyek da.

"Ew di bernameya me de nebû"

Şera diyar kir ku beşdarbûna wan a di çalakiya ji bo pîrozkirina vekirina Hola Al-Fayhaa de pêşwext nehatibû plankirin, û got, "Beşdarbûn an serdana vê çalakiyê di bernameya me de nebû. Em ji bo gera xwe ya welatên Kendavê amadekarî dikirin."

"Ez jî ji performansê şaş mam"

Li gor gotina Şera ti agahiya wî ya berê derbarê naveroka çalakiyê de tunebû û wî destnîşan kir ku ew jî ji performansan şaş ma. Şera got: “Divê çalakiyên wiha li gor çandî yên civakê pêk werin”