Efrîn | Çekdaran serê her malbatê tenekeyek zeyt bac danîn
29 mijdar 2022 00:39
PeyamaKurd – Li herêma Efrînê ya ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve ji sala 2018an ve hatiye dagirkirin, kiryar û binpêkirinên mafên xelkê deverê berdewam dikin.
Herî dawî çavkaniyên ji navçeya Mabeta ya Efrînê ragihandin ku komên çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê, ji bo xelkê gundê Şêxûtka yê navçeyê serê her malbatê dayîna baca tenekeyek zeyta zeytûnan dane.
Herwiha hatiye diyarkirin ku çekdaran komîteyek jî ji bo qeydkirina navan çêkiriye û gefa revandinê li kesên ku fermanên wan pêk naynin xwariye.
Li gorî zanyariyan, beriya niha jî çekdaran di destpêka werza zeytûnan de bac li ser gundiyên herêmê ferz kiribûn û ew neçarî dayîna ji sedî 10ê berhema xwe kiribûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Fermandarê çekdaran ku besdarî serê Efrînê bûbû li Libyayê hat kustin
04 hzr 2020
Koçber
3 hezar malbatên Efrînî û Ereb ji Tebqayê koçber bûn
18 rbn 2026
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin